http://www.dengewigx3npuf2ygy7426qf2mjrqcoponqzavaeb5wfhaz6imwrcxqd.onion/a/demirtas-election/7091086.html
Demîrtaş, ku bi rêka parêzerên xwe ji Twitterê fikrên xwe radigihîne, dîyar kir hêvîya hilbijartinê ciwan in. ‘’Piranîya erkan li ser we ye gêncno, hêvî li ba we ye gêncno, herin sindoqan, dest bi guherandin bikin, dengan biparêzin û di gera yekê de biqedînin vî karî’’ Wî dîyar kir ku kesên demokrasîyê dixwazin cara pêşî ye wisa hatine ba hevdu û divê ew guh nedin wan kesan ku êrîşê dibin ser hevkarîya wan.